Vîrûsê pergala cîhanê ya tenduristiyê têk bir

  • cîhan
  • 14:34 10 Nîsan 2020
  • |
img

NAVENDA  NÛÇEYAN - Ji ber şewba vîrûsa corona pergala tenduristiyê ya welatên cîhanê têk çû. Ji xeynî kesên bi şewbê ketine, kesên bi nexweşiyên din jî êdî nikarin xwe bigînin klînîkan û tedawî bibin. Di nava van nexweşan de jinên bê riza xwe ducanî bûn û dixwazin kurtaj bibin jî hene. 

 
Li welatên cîhanê ji ber şewba vîrûsê pergala tenduristiyê ya cîhanê têk çûn. Li gelek nexweşxaneyan xizmet rawestiyan. Gelek nexweş nikarin biçin nexweşxaneyan. 
 
DÊ 3 MILYON JIN BÊYÎ DAXWAZA XWE ZAROKAN BÎNIN DUNYAYÊ
 
Saziya Morîo Stopes ku li 37 welatan xizmeta kurtajê dide, diyar kir ku ji ber şewba vîrûsê li tevahiya cîhanê belav bûye pergala tenduristiyê têk çûye û gelek nexweş nikarin êdî ji mafê xwe yê tedawiyê sûbê bigirin. Morîro Stopes, da zanîn ku di nava van nexweşên mexdûr dibin de jinên bê riza xwe ducanî bûne û dixwazin kurtajê bikin jîhene. 
Li gorî lêkolîna saziyê, her çend li welatên ku bi zagonan destûr hatiye dayîn hikûmet li gorî zagonan gavan neavêje jî, dê 9.5 milyon jin ji bo xwe bigînin xizmeta kurtajê rê rastî zor û zahmetiyan bên. Ji ber vê yekê 3 milyon dê bêyî daxwaza xwe zarokan çêkin. Dê 2.7 milyon jin di nava şertên bê tenduristî û ne fermî de kurtaj li wan bê kirin. Ji ber şertên ne bi tenduristî zêdeyî 11 hezar jin dikarin jiyana xwe ji dest bidin.
 
PERGALA TENDURISTIYÊ TÊK ÇÛ
 
Di pêvajoya ku hêj nû vîrûsa corona li Çînê derket holê, welatên wekî DYA, Tirkiye, welatên Ewropa li şûna tenduristiya gelê xwe esas bigirin temaşe kirin pergala tenduristiya wan têk çû. 
Lê hemû îqtîdar, hikûmet neçarin hemû sermayeya xwe li dijî vîrûsê pêşkêşî qada tenduristiyê bikin û vê pirsgirêkê çareser bikin. Yekane amûr û rê piştevanî û têkoşîna gelan e. 
 
DANEZANA MAFÊ PARASTINA KURTAJÊ 
 
Çend roj berê 100 jin û rêxistinên mafan, ji bo mafê kurtajê bi dest bixin, danezanek îmze kirin. Di vê danezanê de daxwazên jinan anîn ziman û xwestin bi lez tedbîr bêne girtin. Di nava welatên ku herî zêde rastiya vîrûsê vedişêre, di serî de Tirkiye tê. Pisporên Zayîna Jinan, diyar dikin ku di vê pêvojoyê de bi tenê hiştina jinan û bêbersîv hiştina daxwaza mafê kurtajê, dê bibe sedem ku zarokên jinan mirî çêbibin û mirina jinan zêdetir bibe. Lê li şûna bendewariya Rejîmên ku bi gotina "Her kurtaj Roboskiyek e' mafê jinan ê kurtajê xezp dikin, divê rêxistinên jinan bêtir xwe bi rêxistin bikin û daxwazên xwe mezin tir bikin. 
 
YÊN NIKARIBIN BIÇIN KLÎNÎKAN DÊ LI MALÊ TEDAWÎ BIBIN
 
Li Welatê 
Îngiltereyê di 30'ê Adarê de rêziknameyek xistin meriyetê. Li gorî vê rêziknameyê yên ji ber vîrûsa corona nikarin biçin klinikan û dixwazin ducaniya xwe bi dawî bikin, dê hebê dawî li ducaniyê tînin li malê bixwin.
Li Almanyayê jî piştî 
COVID-19 pêş ket, di zagonan de hin guhertin çêkirin û li dijî astengiyên zagonî hin rêyên hêsan pêş xistin. Lê Rêxistinên Civakî diyar dikin ku ev guhertin têr nakin. 
Wezareta Tenduristiyê ya Hollanda jî xwest ku ji ber vîrûsa corona gelek operasyonên tibbî yên ne mecbûrî be bêne taloqkirin. Kurtaj jî xist rêza mudaxaleya tibbî ya ewil. Rêxistinên Jinan ji Wezareta Tenduristiyê xwest ku rêziknameya têkildarî hebên kurtajê hinek sist bike. 
 
Rexistinên mafê kurtaja Jinan diparêzin yên Îtalya jî ji hikûmetê xwest ku destûra 2 îlacên ku rê li pêş ducaniyê digirin ji 7 hefteyan derxin 9 hefteyan. Li Îspanya jî hemû xizmet û operasyonên tenduristî yên ne bi lez hatin rawestandin, lê klînikên kurtajê vekiri ne.