Hêzên rejîma Sûriyeyê ketin Seraqîpê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - SANA'yê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyeyê ketine navçeya Seraqîpê ku rêyên M4-M5 lê digihîjin hev. 

Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), ragihand ku hêzên rejîma Sûriyeyê ketine navçeya Seraqîpê ya Idlibê ku rêyên M4-M5 lê digihîjin hev. Ajansê têkildarî têketina rejîmê ya li navçeyê wêneyan jî parve kirin. Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku bajaroka Seraqîpê ketiye bin kontrola Şamê.