Trûmp: Heke Tirkiye êrîşê kurdan bike ez ê danekirinên berfireh deynim ser

  • cîhan
  • 16:27 25 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Amerîkayê Donald Trûmp li ser hesabê xwe yê medya civakî Tirkiyeyê hişyar kir û ev tişt gotin: "Tirkiye, bi tevahî têdigihîje ku divê êrîşê kurdan ku vedikişin neke. Di rewşeke binpêkirinê de hewce nake ku ez bibêjim ez ê danekirinên berfireh deynim ser Tirkiyeyê."
 
Serokê Amerîkayê Donald Trûmp hişyariyeke din li Tirkiyeyê, ku bi Amerîka û Rûsyayê re cûda cuda li hevkiriye, kir. Trûmp li ser hesabê xwe medya civakî rewşa dawîn a li Sûriyeyê nirxand û di mijara agirbestê de Tirkiyeyê hişyar kir. Trûmp ev tişt got: "Tirkiye, bi tevahî têdigihîje ku divê êrîşê kurdan ku ji herêma weke herêma ewle tê zanîn vedikişin cihên herî nêz neke. Di rewşeke binpêkirinê de hewce nake ku ez bibêjim ez ê danekirinên berfireh deynim ser Tirkiyeyê. Baş diçe! DAIŞ'ê kurdan girt bin ewlehiyê, Tirkiye jî ji piştgiriyê re amade ye."
 
'PETROL DI EWLEHIYÊ DE YE'
 
Trûmp têkildarî vekişîne leşkerên Amerîkayê û petrolê de jî ev tişt nivîsand: "Xweşguzariya Amerîkayê ji sala 2016'an ve bi trilyonan da dolar da qezenckirin. Ên din hemû di paş de ketin. Hêza me aborî ye, berî ku em neçar bimînin artêşa xwe bi kar bînin, alternatîfeke baş e. Petrol ket bin ewlehiyê. Leşkerên me herêmê terk kirin û ji bo ku derbasî cihekî din bibin ji Sûriyeyê vediqetin."
 
'DAIŞ KET BIN EWLEHIYÊ!'
 
Trûmp wiha berdewam kir: "Paşê TÊN MALÊ! Diviya ku em tenê 30 rojan li wir bimana, ev beriya 10 salan bû. Ev 20 sal e tredînên ku di bin qilafetê pisporiyê de Rojhilata Navîn şaş bi nav dikin, dema ku pirsa me çi ji peymanê qezen kir dikin, ez ji wan re dibêjim ku PETROL, EM LEŞKERÊN XWE TÎNIN MAL, DAIŞ KET BIN EWLEHIYÊ!"