Lavrov: Lihevkirina Soçiyê hêzên kurd jî di nav de mafê herkesî mîsoger dike

  • cîhan
  • 15:55 25 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Lavrov, diyar kir ku lihevkirina Soçiyê ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hêzên kurd jî di nav de mafê herkesî mîsoger dike. 
 
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Lavrov, bi hempîşeyê xwe yê Norveçê Ine Marîe Erîksen Soreîde re hevdîtinek pek anî û li ser pirsên rojnamegeran têkildarî lihevkirina Soçiyê ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de axivî. Lavrov diyar kir ku lihevkirina Soçiyê mafê hemû kesên ku şertê wê pêk bînin diparêze û got ku yek ji van aliyan jî kurd in. Lavrov anî ziman ku lihevkirin ji aliYê Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad û YPG'ê ve jî hatiye qebûlkirin.