Ji Kremlînê daxuyaniya 'sînor': Diyaloga bi kurdan re didome

  • cîhan
  • 15:45 25 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov, diyar kir ku piştî lihevkirina Soçiyê hêzên kurd dest bi vekişîna ji sînor kirine, lê hin pirsgirêk derketine û ev tişt got: "Hevdîtinên bi nûnerên kurdan re didomin."
 
Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov, têkildarî lêhevkirina Soçiyê ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de daxuyaniyek da. Peskov, diyar kir ku di çarçoveya lihevkirinê de divê hêzên kurd li cihê ku lê bi cih in xwe vekişînin û derbasî kûrahiya nav welat bibin. Peskov destnîşan kir ku ji bo vê yekê xebatên wan didomin û wiha got: "Di pêvajoyê de dibe ku destpêkê hin pirsgirêk derkevin lê diyaloga bi nûnerên kurdan re didome, weke hûn jî dizanin ji aliyê hêzên kurd ve hat ragihandin ku piştgiriyê didin lihevkirinê û bi nîyetin ku li gorî lihevkirinê tevbigerin." 
 
PÊVAJOYA VEKIŞÎNÊ
 
Peskov got ku di diyalogên ku ew qal dike de vekişandina hêzên kurd tê mîsogerkirin û ev tişt anî ziman: "Destpêkê dibe ku hin pirsgirêk derkevin. Lewre em di nav rewşeke tevlihev de ne û em ne li bendê ne ku rewş pê re asayî bibe. Lê divê herkes zanibe ku xebateke girîng tê meşandin. Heke hêzên kurd jş aliyên bakur venekişin dê li van herêman di navbera wan û hêzên tirk de hêzên me û Sûriyeyê nemînin. Mixabin di rewşeke wiha de hêzên kurd bi hêzên tirk re rû bi rû bimînin."