Nûnerê Sûriyeyê yê NY'yê Caferî: Êrîşkariya Tirkiyeyê bû sedema mirin û koçberiyê

  • cîhan
  • 11:40 25 Cotmeh 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Beşar Caferî, di rûniştina KENY'yê ya bi mijarê Sûriyeyê de diyar kir ku hincetên Tirkiyeyê yên ji bô êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derew in û ev tişt got: "Êrîşkariya Tirkiyeyê bû sedema dagirkirina Sûriyeyê, mirin û birîndariya bi sedan sûriyeyiyan û koçberbûna girseyan."

 
Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Beşar Caferî, di civîna duh a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya bi mijara Sûriyeyê de bertek nîşanî êrîşkariya Tirkiyeyê da. Caferî, diyar kir ku hikûmeta Sûriyeyê êrîşkariya tirk di asta herî bilind de şermezar kiriye û hincetên êrîşên rejîma tirk red kiriye. Caferî destnîşan kir ku Tirkiyeyê hiqûqa navneteweyî Peymana NY'yê û biryarên NY'yê bin pê kiriye û hemû hincetên ku ji bo êrîşê derpêş dike jî derew in û wiha got: "Êrîşkariya Tirkiyeyê bû sedema dagirkirina Sûriyeyê, mirin û birîndariya bi sedan sûriyeyiyan û koçberbûna girseyan."
 
RÛSYA: DIYALOGA DI NAVBERA KURDAN Û SÛRİYEYÊ 
 
Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Rûsyayê Vasîliy Nebenzya jî di civînê de têkildarî lihevkirina Soçiyê ya di navbera wan û Tirkiyeyê de axivî û ev tişt got: "Lihevkirina Soçiyê 'ji bo aramiya Sûriyeyê di giringiya nifteyê de ye'. Em piştgiriya diyaloga mijarên lezgîn ên di navbera Sûriye û kurdan de bikin."
 
AMERÎKA: SÛCÊ ŞER
 
Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Amerîkayê Michael Barkin jî diyar kir ku ji ber agirbestê ew kêfxweş e û got ku heke sûcên şer ên hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê bên tespîtkirin dê Tirkiye ji vê yekê berpirsyar bê girtin.