Ji Peskov daxuyaniya piştî Soçiyê: Heke hêzên kurd venekişên dê bibin hedefa êrîşên tirkan

  • cîhan
  • 11:28 23 Cotmeh 2019
  • |
img
MOSKOV - Berdewkê Kremlînê Dmîtriy Peskov, têkildarî lihevkirina wan û Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku heke hêzên kurd venekişên dê bibin hedefa êrîşên artêşa tirk. 
 
Berdewkê Kremlînê Dmîtriy Peskov, têkildarî lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Ji Peskov nirxandina Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jeffrey a têkildarî peymana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê hat pirsîn û ev bersiv da: "Amerîka di salên xwe mutefîkê herî nêz ê kurdan bû. Di encamê de Amerîka kurdan terk kir, heta bi maneyeke din wan xapand. Kurdan li ser sînor hiştin û defandin şerê bi tirkan re." 
 
Peskov di berdewamê de jî destnîşan kir ku heke hêzên kurd ji ser sînor venekişin, parastvanên sînor ên Sûriyeyê û leşkerên rûs ên ku biryar hatiye dayîn li ser sînor bên bicihkirin, dê neçar bimînin ku vekişin û ev tişt got: "Wê demê hêzên kurd bikevin bin silindirê artêşa tirk."