CPJ êrîşa Tirkiyê ya li ser rojnamegeran şermezar kir

  • cîhan
  • 16:43 14 Cotmeh 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Parastina Rojnamegeran a Navnetewî (CPJ) êrîşa li dijî rojnamegerên li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn şermezar kir û got “ev sûcê şer e.” 

 Komîteya Parastina Rojnamegeran a Navnetewî (CPJ) ku navenda wê li New Yorkê ye têkildarî êrîşa Tirkiyê ya li dijî rojnamegerên li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn daxuyanî da û êrîşê şermezar kir. 
 
'SÛCÊ ŞER E’ 
 
CPJ bal kişand ser êrîşa Tirkiyê ya li dijî karwanê wesayîtên sivîlan a rojnameger jî têde bûn û wiha got: “Em ji êrîşa li dijî karwanê wesayîtan a sivîl ku li Bakurê Sûriyê bi taybet bûye armanc bi fikar in. Divê hêzên Tirkiyê li hember standartên navnetewî bi hurmet bin. Lazime rojnameger û sivîlan neke aramnc. Êrîşên bi vî rengî di hiqûqa navnetewî de hatine qedexekirin û ev êrîş di çarçoveya sûcê şer de ye.” 
 
Hat diyarkirin ku rewşa Bakurê Sûriyê ji nêz ve ji aliyê CPJ’ê de tê şopandin. 
 
CPJ’ê da zanîn ku berê jî rojnameger bibûn armanca dewleta Tirkiyê û pêwîste dewleta Tirkiyê êdî dest ji van êrîşên li dijî rojnamegeran berde.