Ermenistan: Tirkiye deverên malbatên ermanî lê dijîn bombebaran dike

  • cîhan
  • 15:18 10 Cotmeh 2019
  • |
img

ERÎWAN - Serokê Komîteya Karên Dîasporaya Parlamentoya Ermenistanê, diyar kir ku Tirkiye di êrîşa xwe de li Grê Spî ku malbatên ermenî lê dijîn dide û plan dikin ku malbatan veguhezînin.

 
Serokê Komîteya Karên Dîasporaya Parlamentoya Ermenistanê Mhitar Ayrapetyan, diyar kir ku Tirkiyeyê di êrîşa xwe ya ku li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin de li Grê Spî li malbatên ermenî dide û plan dikin ku malbatan veguhezînin. Temamiya daxuyaniya Ayrapetyan ku li ser hesabê xwe yê twîtterê daye wiha ye: "Li Sûriyeyê, ji ber ku deverên ermenî lê dijîn di bin bombebaranê de man, ji bo ku têkildarî rewşa herêmê agahî werbigirim li Konsolos Armen Sarkisyan geriyam. Tirk nija li Grê Spî ku malbatên ermenî lê dijîn didin. Em ê di demeke kurt de van malbatan veguhezînin."