Li Ewropa Kurd û dostên wan li ser piyan in: Em banga parastina Rojava dikin

  • cîhan
  • 18:42 9 Cotmeh 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Bruksel, Strasbourg, Stuttgart û Roma yên welatên ewropa Kurd û dostên Kurdan daketin kolanan û bertekên li dijî operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û xwestin parastina Rojava bikin. 

 
Serokomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan îro esir ferman da ku TSK têkeve axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li ser fermanê TSK'ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye dest bi operasyonê kir. Bi destpêka operasyonê re balafirên şer ên TSK'ê ji hewa de gelek gundên  Bakurê Sûriyeyê bombe kir. Dîsa TSK bi tang topên opusê herêmê bombe dike. Li aliyê din bertek û nerazibûnên li dijî operasyonê jî zêde dibin. Gelê Kurd û dostên Kurdan li Bruksel, Strasbourg, Stuttgart, Roma û gelek bajarên welatên Ewropa daketin qadan û nerazibûnên xwe anîn ziman. Li aliyêdin TJK-E û KCDK-E, li dijî operasyonê daxuyanî dan û operasyon şermezar kirin.