Li Bexdayê derketina derve hate qedexekirin

  • cîhan
  • 11:17 3 Cotmeh 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî ji ber çalakiyên ku tên lidarxistin, li paytext Bexdayê derketina derve qedexe kir.

Çalakiyên girseyî yên ku beriya 2 rojan li dijî nelirêtî û gendeliya ku tê kirin, li Iraqê dest pê kirin, didomin. Her ku diçe beşdariya çalakiya zêde dibe û çalakî li seranserê welat berbelav dibin. Ji ber van çalakiyan Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî li paytexta Iraq Bexdayê derketina derve li şexs û wesayîtan qedexe kir. Qedexeyam hat ragihandin îro saet di 05.00'an de ket meriyetê. Qedexeya derketina derve li bajarên Necef û Nasiriyê jî hate ragihandin.
 
9 KES MIRINE
 
Karmendên li bajêr ku yên Herêma Kesk jî di nav de ji bo rojekê destûr ji wan re hate dayin. Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê ya li Bexdayê hate girtin. Di xwepêşandanên protestoyî de ku du rojan dom kirin neh kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî bîlançoya êvara çarşemê di xwepêşanan de 8 xwepêşandêr û polîsek jiyana xwe ji dest dane. Hêzên ewlekariyê yên Iraqê êvara çarşemê rojnamevan bi lêdanê binçav kirin. Qedexeya derketina derve li bajarên Necef û Nasiriyê jî hate ragihandin.
 
SADR BANGA TEVLÎBÛNA ÇALAKIYAN KIR
 
Lîderê Şîa Muqteda Sadr bang li alîgirên xwe kir ku tevlî çalakiyên rûniştinê yên aştiyane bibin. Di çalakiyan de bêkarî, xizmetên nebaş ên cemaweriyê û karên ne li rê yên siyasetmedarên Iraqî tên şermezarkirin. Hikumetê heta niha 'sabotajvan' ên li nava çalakgeran sûcdar kir û bi helwesteke tund tevgeriya. Hêzên ewlekariyê li Bexda, Necef û Nasiriyê fîşekên rastî li dijî xwepêşandêran bi kar anîn.