Kongreya Diyalogê ya Netewî ya Sûriyeyê hat taloqkirin

  • cîhan
  • 22:16 27 Mijdar 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN –Hat diyarkirin ku Kongreya Diyalogê ya Netewî ya Sûriyeyê ku di encama civîna bilind a sêmendî ya li Soçiyê biryara wê hat dayîn û dihat payîn dê di demeke nêz de bicive, taloqî meha Sibata 2018’an hat kirin.

Çavkaniyeke dîplomatîk ku agahî dan Spîtnîk News’ê wiha got: “Niha amadekariyên kongreye tên kirin. Wê kongreya beriya meha Çileyê necive. Muhtemelen wê di meha Sibatê de bicive.”

Hefteya borî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî li Soçiyê civîneke bilind çê kiribûn û piştî civînê biryar hatibû dayîn ku dê Kngreya Diyalogo ya Netewî ya Sûriyeyê bicive. Hatibû diyarkirin ku dê kongre di demeke nêz de li Soçiyê bê lidarxistin.