Li Vîetnamê lehî rabû: Herî kêm 143 kes mirin

  • cîhan
  • 10:35 11 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Vîetnamê piştî bagera Yagiyê lehî rabûn û hezaz çêbû. Di lehiyan de herî kêm 143 kesan jiyana xwe ji dest dan.” 
 
Li Vîetnamê piştî rabûna bagera Yagî li gundekî li bakurê welêt ji nişka ve lehî rabû û hezaz çêbû. Herî kêm 143 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lehiyê bandor li Tayland, Laos û Myanmarê jî kir.
 
Rojnameya Toui Tre ragihand ku hezaz li herêmeke çiyayî çêbû ku wezîfedarên rizgarkirinê bi zehmetî xwe digihînin herêmê. Şefê partiyê yê herêmê Hoang Quoc Bao, Tuoi Tre têkildarî mijarê wiha got: “Rayedar ji bo karibin mirovên sax rizgar bikin hemû hêza xwe seferber kirine.”
 
Li gorî şêniyên herêmê, piştî Bagera Yagiyê lehiyeke mezin çêbû ku bi dehan sal in bûyereke bi vî rengî neqewimiye û di encamê de bi deh hezaran kes hatin veguhestin. Li gorî bîlançoya nû, herî kêm 143 kes mirin, 58 kes jî winda ne.
 
Şêniyên herêmê diyar kirin ku ji ber rabûna Çemê Sor li paytext Hanoi jî lehiyek rabûye û bi sedan mirov hatine veguhestin. Bagera Yagi di sibeha roja şemiyê de li derdora Haifongê gihîştibû bejahiyê û roja yekşemê hêza wê lawaz bûbû.
 
Beşek ji medya dewletê ragihand ku li hin herêmên çiyayî av vekişiya ye lê belê roja çarşemê jî li 16 bajaran hezaz û lehî çêbûn.
 
LEHIYÊ BANDOR LI MYANMAR, LAOS Û TAYLANDÊ JÎ KIR
 
Lehiyê bandor li hin heremên Myanmar, Laos û Taylandê jî kir. Medyaya dewletê ragihand ku li Laosê ji ber lehiyê herî kêm kesek miriye. Hate ragihandin ku li eyaleta Luang Prabangê hin çem di asta alarmê de fûriyane.
 
Li Myanmarê jî ji ber barana zêde li bajarokê Tachileikê yê li ser sînorê Taylandê lehî rabû û xeta telefonê qut bû.
 
Hikûmeta Taylandê roja çarşemê diyar kir ku ji ber lehî û hezazê li bakurê Taylandê 4 kes mirin.
 
Bagera Yagî beriya bigihêje Vîetnamê ji başûrê Çînê û Filipînê derbas bû. Li van herdu welatan herî kêm 24 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.