Li Nîjeryayê qezaya tankerê: 48 kes mirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nîjeryayê tankereke sotemenî lê barkirî, li kamyoneke ku rêwî û heywan tê de qelibî û qeza çêbû. Di qezayê de 48 kesan jiyana xwe ji dest da. 

Li eyaleeta Nîjerê ya Nîjeryayê tankereke sotemenî lê barkirî, li kamyoneke ku rêwî û heywan tê de qelibî û qeza çêbû. Ajansa Rêveberiya Rewşa Lezgîn a Dewletê, ragihand ku di encama qezayê de 48 kesan jiyana xwe ji dest dane. Midûrê Giştî yê Ajansa Rêveberiya Rewşa Lezgîn a Dewletê ya Nîjerê Abdûllahî Baba-arah daxuyand ku ji bo rewşê kontrol bikin tîmên mudaxileyî sewqî cihê bûyerê hatine kirin. 
 
Hate diyarkirin ku di teqînê de gelek wesayîtan xesar dît û gelek sewal jî mirî ne. 
 
Hate ragihandin ku ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane dê merasîma cenaze ya komî bê kirin.