Rojnamegera girtî Serunaz Ehmed dest bi grevê kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Serunaz Ehmed ku di çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” de hatibû binçavkirin, ragihand ku dest bi grevê kir.
 
Rojnameger û Çalakvana Mafên Zarokan Serunaz Ehmed di çalakiya “Jin, jiyan, azadî” de hate girtin û li Girtîgeha Evînê ya Tehranê tê ragirtin. Li gorî nûçeya Radyoya Ferdayê, girtiya siyasî ya nexweş rojnameger û Çalakvana Mafê Zarokan Serunaz Ehmed dest bi grevê kiriye. Hate diyarkirin ku Ehmed, ji ber destûra kontrol û çavdêriya bijîşk nehatiye dayîn, dest bi greva wernegirtina dermanan kiriye. 
 
Li gorî heman çavkaniyan, Ehmed dev ji dermanên fikarê (anksiyete) berdaye û xizmetên tenduristiyê yên girtîgehê red dike.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Ehmed di Mijdara sala 2022’yan de li gel hevserê xwe Kamyar Fekur, di dema xwepêşandanên “Jin, jiyan, azadî’ de hatibûn binçavkirin. Bi îdiayên “propagandaya li dijî dewletê” û ‘kombûn û komployên ji bo têkbirina ewlehiya netewî” hat tawanbarkirin û Dadgeha Şoreşê ya Tehranê 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birîbû.