Hejmara kesên li Xezeyê hatin qetilkirin nêzî 41 hezaran bû

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de jiyana xwe ji dest dayin derket 40 hezar û 738 kesan. 
 
Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha yên li dijî Xezeyê de jiyana xwe ji dest dayin derket 40 hezar û 738 kesan. Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da zanîn ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 47 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara birîndaran derket 94 hezar û 154 kesan. 
 
Ji roja destpêkirina şer heta niha rewşa mirovî ya li Xezeyê her ku diçe bêhtir xerab dibe.