Li Endonezyayê lêhî rabû: 11 kes jiyana xwe ji dest dan

  • cîhan
  • 15:17 25 Tebax 2024
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di lêhiya ji ber barana zêde li Endonezyayê rabûye de 11 kes jiyana xwe ji dest dan.
 
Li girava Ternate ya li Endonezyayê, ji ber barana zêde, lêhî rabû û 11 kes jiyana xwe ji dest dan. Rayedar diyar kir kirin ku ji gundê Ruayê 11 kesan ji ber ava lêhiyê jiyana xwe ji dest dane û riya mezin a diçe gund jî di bi navê de maye. 
 
Li gel rabûna lêhiyê, li gelek deveran hezaz jî çêbûn.
 
Ji ber baran, lêhî û hezazên ji meha gulanê ve li herêma Rojavayê Sumatraya Endonezyayê pêk tên, herî kêm 34 kesan jiyana xwe ji dest dan.