Îsraîl ji bo 48 saetan Rewşa Awarte îlan kir

  • cîhan
  • 11:03 25 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîl bi hinceta “êrişên pêşîlêgir” êrişî Lûbnanê kir û Hîzbûllahê jî bersiv da van êrişan. Piştî bersiva Hîzbûllahê Îsraîl li tevahiya welat ji bo 48 saetan Rewşa Awarte îlan kir. 
 
Îsraîl daxuyand ku wan li dijî Lûbnanê êriş dane destpêkirin. Hîzbûllah jî diyar kir ku ew jî li dijî êrişa sûîqestê ya li fermandarên wan Fûad Şukur hatiye kirin, li dijî Îsraîlê êriş dane destpêkirin. 
 
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari anî ziman ku Hîzbûllah ji bo êrişî Îsraîlê bike ketiye nav amadehiyan de û diyar kir ku wan jî di çarçoveya “êrişên pêşîlêgir” de li dijî başûrê Lubnanê êriş dane destpêkirin. Hagarî da zanîn ku wan ji Lubnaniyên li başûrê Çemê Lîtanî dijîn re gotine ku li herêma tê de dijîn vala bikin û hişyariya “Îsraîl dê hemû gefên li hemberî xwe ji holê rake” kiriye.
 
DAXUYANIYA HÎZBÛLLAHÊ
 
Hizbûlllah jî di daxuyaniya daye de got ku ew di çarçoveya bersivadayîna êrişa li dijî Şukur hatiye kirin, bi gelek balefirên biçek û bêmirov (ÎHA) li dijî Îsraîlê êriş dane destpêkirin. 
 
LI ÎSRAÎLÊ REWŞA AWARTE
 
Herwiha Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant da zanîn ku piştî “êrişên pêşîlêgir” û êrişa wan a li dijî fermandarên Hîzbûllahê Fuad Şukur dane destpêkirin, Hîzbûllahê jî êrişên bersivdayînê dane destpêkirin. Gallan da zanîn ku  wan ji ber van êrişan li tevahiya welat ji bo 48 saetan Rewşa Awarte îlan kirine. Wezareta Parastinê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wan ji ber “rewşa eniya hundir” rewşa awarte îlan kirine. 
 
Hat gotin ku dê rewşa awarte 48 saetan derbasdar be.