Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blînken ê çû Îsraîlê: Dibe ku ev firsenda dawî be

  • cîhan
  • 10:23 19 Tebax 2024
  • |
img
ENQERE - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blînken ê çû Îsraîlê, ji bo muzakereyên agirbestê wiha got: “Kêliyeke biryardayînê ye.”
 
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Şirîda Xezayê berdewam dikin. Di navbera Îsraîl û Hamasê de ji bo pêkanîna agirbestê û peymana pevguhertina dîl girtiyan müzakere tên meşandin. Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blînken îro berî ku bi Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog re hevdîtinê pêk bîne daxuyanî da. 
 
Blînken diyar kir, îro ji bo muzakereyên agirbestê yên li Xezayê ‘kêliyeke biryardayînê ye’ û anî ziman ku hewldana dîplomatîk a dawî ya Washîngtonê ya ji bo peymana navbera Îsraîl û Hamasê jî ji bo serbestberdana dîl girtiyan ‘dibe ku firsenda herî baş û belkî jî ya dawî’ be.