Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir

  • cîhan
  • 10:14 12 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN -  Cîgirê Serokkomarê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji peywira xwe îstîfa kir. Hat diyarkirin ku Zerîf piştî serokkomarê Îranê lîsteya kabîneyê ji parlamentoyê re şandî weke bertek îstîfa kiriye. 
 
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan duh lîsteya wezîran pêşkêşî parlamentoya Îranê kir. Cîgirê Serokkomarê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ku hefteyek berê ji hêla Pezeşkiyan ve hatibû tayînkirin, weke bertek ji peywira xwe îstîfa kir. 
 
Zerîf, têkildarî îstîfaya xwe li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û wiha got: “Min her tim got ku bijartina endamên hikûmetê mafê serok e û deste û komîteyên rêveberiyê lijneyên şêwirmendiyê ne. Ji bo ku firsenda vê tecrûbeya nû dane min, spasiya wan dikim. Bêguman bi encamên xebatên xwe xweş nînim. Hêj jî cîgirên ku kêmasiyên heyî temam bikin hene. Tecrûbeya min a ewil bû û gelek kêmasî hebûn. Ji tevahiya xelkê Îranê lêborînê dixwazim. Hinek kesan ez weke kesekê hêrsok dîtim lê li gorî min di 12 salan de min pir sebir kir.” 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku serokkomarê Îranê duh lîsteya wezîran pêşkêşî parlamentoyê kir lê di nava lîsteyê de tu kurd, sunî, belûç, azerî û ereb nînin. Tevahiya wezîrên kabîneyê şîe ne.