Li Îngîltereyê kabîne li dijî êrişên nijadperest bi lezgînî dicive

img

ENQERE - Li Îngiltereyê êrişên nijadperest berdewam dikin. Kabîneya hikûmetê dê li dijî van êrişan bicive.

 
Li qesebaya Southport a li bakurrojvayê Îngiltereyê piştî îdiaya ku 3 zarokên keçik hatin kuştin, rastigirên radîkal ên ku xwe li ser medya dîjîtal bi rêxistin kirin, êrişên wan ên li dijî penaberan berdewam dikin. Ev komên nijdaperest alên îngîlîzê vedikin û li ser hesabên medya dîjîtal deqên Nazî parve dikin. Êrişên van komên nijadperest li herêmên Liverpool, Hull, Belfast û Leeds berdewam dikin. 
 
HOTÊLA KU PENABER LÊ DIMAN ŞEWITANDIN 
 
Rastgirên radîkal li Rotherhamê hotêla ku koçber lê diman şewitandin. Li wî welatî heta niha ji 140 kesî zêdetir êrişkar hatin girtin. Li Parlamentoya Îngîltereyê gelek parlamenteran nerazîbûn nîşanî êrişan dan. 
 
Ji ber domandina êrişan kabîneya hikûmetê biryara “civandina lezgîn” girt. Li gorî nûçeya The Guardinê; Wezîrê Karên Navxweyî yê Îngîltereyê Yvette Cooper, beriya ku kabîne kom bibe daxuyanî da û êrişkaran wek “sûcdarên kêmane yên serserî” pênase kir.