DYA 12 keştî û bi hezaran leşkeran dişîne Rojhilata Navîn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku DYA’yê 12 keştiyên şer û 4 hezar leşker şandin Kendavê û Rojhilata Navîn. 
 
Li gorî nûçeya rojnameya Washington Postê ya Amerîkayê ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî li Wezareta Parastinê ya Amerîkayê dixebite; DYA’yê 12 keştî û 4 hezar leşkeran dişîne Rojhilata Navîn. Di nûçeyê de rayedar wiha dibêje: “Ji ber kuştina lîderê Hamasê Îsmaîl Haniye û fermandarê Hîzbûllahê Fûad Şukur, welatê me 12 keştiyên şer û 4 hezar leşker şandin Kendavê û Rojhilata Navîn.” 
 
Hat ragihandin ku ev keştî keşiya “USS Theodore Roosevelt” e ku Balafirên Bêmirov in û beriya niha jî DYA’ê li dijî Husiyan bi kar aniye.