Bertekên ewil ên li dijî kuştina Haniye

  • cîhan
  • 09:28 31 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji pêşengên Hamasê Îsmaîl Haniye li Tehranê di êrişê de hate kuştin. Îsraîl, DYA û Hamasê têkildarî êrişê daxuyanî dan. 
 
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku serokê siyasî yê Hamasê Îsmaîl Haniye li paytext Tehranê di encama êrişeke de hate kuştin. Televîzyonê agahî spart daxuyaniya Artêşa Muhafizên Şoreşê û wiha hate gotin: “Li dijî mala serokê Hamasê ya li Tehranê êrişeke terorîstî hate kirin û Haniye hate kuştin.” Hamasê jî bûyer piştrast kir û da zanîn ku di encama êrişa Îsraîlê ya li Tehranê de hatiye kuştin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi xayinane ser mala Haniye ya li Tehranê de hate girtin.” 
 
HAMAS: DÊ BÊCEZA NEMÎNE
 
Yek ji payebilindên Hamasê Mûsa Ebû Marzuk, têkildarî bûyerê bi El Aksa TV’yê re axivî. Marzuk, suîqest piştrast kir û wiha got: “Ev çalakiya tirsonekî dê bêceza nemîne.”
 
Ji rayedarên Hamasê Samî Ebû Zuhrî jî bi Reutersê re axivî û diyar kir ku dê Îsraîl bi kuştina Haniye nekare bigihije armanca xwe. 
 
WEZARETA KARÊN DERVE: SÛÎQESTEKE NEMERDANE YE 
 
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî kuştina Haniye ya li Îranê weke êrişeke nemerdane pênase kir û şermezar kir. 
 
ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ: EM ŞÎROVEYÊ NAKIN
 
Rayedarê Yekîneya Berdevkiya Artêşa Îsraîlê jî bi AA’yê re axivî û ji bo pirsa “Gelo hûn piştrast dikin ku Haniye di êrişa Îsraîlê ya li dijî Tehranê de hatiye kuştin?” ev bersiv da: “Em der heqê nûçeyên di vê mijarê de li ser çapemeniya cîhanê hatine parvekirin şîroveyan nakin.” 
 
QESRA SPÎ: ME NÛÇE DÎTIN
 
Rayedarekî Qesra Spî ku nexwest navê xwe bide jî ji bo CNN'ê axivî û wiha got: “Me nûçeyên têkildarî kuştina Haniye ya li Îranê dîtin.”