Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin

  • cîhan
  • 09:49 14 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê Komarparêzan Donald Trump dema li eyaleta Pensîlvanyayê mitîng li dar dixist, rastî êrişa çekdarî hat û ji guhê xwe birîndar bû. 
 
Namzetê Serokatiya DYA’yê yê Komarparêzeran Donald Trump dema li eyaleta Pensîlvanyayê mitîng li dar dixist, rastî êrişa çekdarî hat. Bi bihîstina dengê çekan re Trump bi guhê xwe girt û xwe çemand. Di vê navberê de parastvanên wî dor lê girtin. Trump ê ketî erdê, piştre ji hêla sîxûrên servîsa nepen û polîsan ve ji qadê hate derxistin. Trump, serokê DYA’yê yê berê ye lewma heta dawiya emrê xwe di bin parastina Servîsa Nepen de ye. 
 
Dengê çekan di nava beşdarên mitîngê de jî rê li ber tirs û xofê vekir. Trump piştî bûyerê daxuyanî da û got: “Ez ê baş im û muayeneya tibbî tê kirin.” 
 
Tê lêkolînkirin bê ka li dijî Trump hewldaneke sûîqestê hatiye kirin an na. 
 
QESRA SPÎ DAXUYANÎ DA
 
Di daxuyaniya Qesra Spî de jî wiha hate gotin: “Serokê DYA’yê Biden, têkildarî bûyera Serokê DYA’yê yê berê Donald Trump li Pensîlvanyayê jiyayî hate agahdarkirin.”