Gelo li Îranê guherîn pêkan e?

  • cîhan
  • 09:04 14 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED - Rojnamevan Sîpan Goran diyar kir ku li Îranê bandora Serokkomar kêm e û got: “Zehmet e ku mirov li benda guherîneke mayinde be. Bi taybetî kurd û belûc neçûn ser sindoqan û hilbijartinê boykot kirin." 
 
14'emîn hilbijartinên serokkomariyê yên Îranê bi beşdarbûyîneke pir qels çêbûn. Di tûra yekem a hilbijartinan de rêjeya kesên çûn ser sindoqan ji sedî 40 bû. Di tûra yekem de Parlamenterê Tebrîzê yê reformxwaz û Wezîrê berê yê Tenduristiyê Mesûd Pezeşkiyan ji sedî 42.5 û Seîd Celîlî jî ji sedî 38.6 deng wergirtin. Di tûra duyemîn de rêjeya beşdarbûnê derket ji sedî 50.
 
Rojnamevan Sîpan Goran ku encamên hilbijartinên Îranê nirxandin, anî ziman ku polîtîkayên zilmê yên rejîma îslamî kiriye ku gel neçe ser sindoqand. 
 
Goran îşaret bi wê yekê kir ku karbidestiyên serokkomar têra guherandina polîtîkayên heyî nakin û got ku siyaseta navxweyî û derve ya Îranê ev 20 sal in di bin kontrola Alî Xameneyî de ye. Goran got: “Serokkomar li Îranê roleke sembolîk dilîze. Ji bo kurdan ji aliyê psîkolojîk ve baş e ku namzetê reformxwaz hat hilbijartin. Lê belê zextên li ser çand, ziman û aboriya kurdan tu carî neguherîne." 
 
BEŞDARBÛYÎNEKE KÊM
 
Goran da zanîn ku hikûmet ji bo binpêkirina mafên mirovan li herêmên ku kurd lê dijîn, xwe nêzî tu çareseriyekê nake û got: “Li Îranê bi taybetî di warê mafên mirovan de binpêkirinên giran hene. Di warê mafên jinan de jî tu pêşketin çênabin. Serokkomarê nû hilbijartî di daxuyaniyên xwe yên berê de gotibû, 'Ez ê hewl bidim polîtîkayên mêtingeriyê ji holê rakim.' Lê belê di navbera hewldan û gotinê de ferq heye. Dema em polîtîkayên li Îranê dişopînin, em dibînin ku hemû desthilatdarî di destê Xameneyî de ye. Di vê wateyê de, zehmet e ku meriv li hêviya guherînek radîkal be. Bi taybetî kurd û belûç neçûn ser sindoqan û hilbijartinê boykot kirin. Ji ber ku wan baweriya xwe ya ku hilbijartin dê guherînekê çêbike winda kiriye."
 
Goran diyar kir ku di vê heyamê de dibe ku zextên li ser kurdan zêdetir bibin.
 
Goran anî ziman ku hilbijartin di demeke kin de di warê aboriyê de pêşketinekê bi xwe re nayne û got ku siyaseta reformxwaz a rêveberiya nû dikare rê li ber xirabbûna rewşa heyî bigire. 
 
MA / Delal Akyuz