Îsraîlê êrişî wargeha Filistîniyan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene

  • cîhan
  • 14:17 13 Tîrmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê li Xan Yûnûsê êrişê wargeha Filîstîniyên ku neçar mane ji ber şer ji cih û warên xwe bibin kir. Di encama êrişê de bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene.

 
 
Artêşa Îsraîlê wargehên konên li herêma El-Mevasî ya rojavayê bajarê Xan Yûnûs ê li Şerîda Xezeyê li dijî Filîstîniyên ji ber şer ji cih û warê xwe bûne bombebaran kir. Hat ragihandin ku di vê êrişê de bêhtirî 100 kes hatine kuştin û birîndar bûne.
 
Li gorî ofîsa ragihandinê ya hikûmeta Xezeyê, di encama êrîşê de 20 kes mirine û 90 kes jî birîndar bûne. Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê jî hejmara kuştî û birîndarên ku anîn Nexweşxaneya Nasir piştrast kir. Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek da û diyar kir ku li ser nûçeyên hatine ragihandin, lêkolînan dike. Ofîsa ragihandinê ya hikûmetê Xezeyê êriş weke 'komkujiyeke mezin' bi nav kir û got endamên Serwîsa Lezgîn a Sivîl di nava kuştiyan de hene.
 
Her wiha Yekîneya Parastina Sivîlan a li Xezeyê diyar kir ku di êrîşa li dijî El-Mavasî de ku Îsraîlê weke "herêma ewle" ragihandibû, herî kêm 50 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.
 
Radyoya artêşa Îsraîlê îdîa kir ku hedefa êrîşê serokê baskê leşkerî yê Tûgayên Îzzeddîn El Kassam ê Hamasê Mûhammed Deîf e.
 
Rayedarek Hamasê ji Reutersê re axivî û diyar kir ku di encama êr,şa li Xan Yûnûsê de sivîl hatine kuştin û got ku êrîş bi awayekî cidî dijwar bûye.