Li Nepalê du otobus ketin çem: Herî kêm 66 kes mirin

  • cîhan
  • 16:15 12 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Chitwan a ku navenda Nepalê ye hezaz çêbû. Piştî hezazê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
Li rêya wesayîtan a ku bajarokên Narayanghat û Muglingê bi hev ve girê dide, du otobus ketin ber çem.
 
Ji herêma Chitwan rayedarekî wiha got: “Du otobusên ku yek ji wan 24, ya din jî 42 rêwî dihilgirtin, ji ber hezazê ketin ber çemê Trishuli.”
 
Beriya ku wesayît bikevin nav lehiyê, 3 rêwiyan xwe rizgar kirin û niha li nexweşxaneyê tedawî dibînin.
 
Rayedar got: “Em têkildarî giştî hejmara mirovan, zelal nînin. Çem bilind bû û hîna ti kes nehatiye dîtin.”
 
Serokwezîr Pushpa Kamal Dahal daxuyanî da û got: “Rêveberiya navendî jî di nav de, ez fermanê didim hemû saziyên dewletê ku bi rengekî bibandor xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bimeşînin.”
 
Li vî welatê Hîmalaya, ji ber rewşa xirab a rêyan û wesayîtan qezayên tirsnak gelek caran rû didin.