Li Filipînê bi pileya 7,1 erdhej çêbû

  • cîhan
  • 10:33 11 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li deverek nêzî herêma Sangay a Filipînê bi pileya 7,1 erdhej çêbû. 
 
Hat ragihandin ku li herêma Sangay a Filipînê bi pileya 7,1 erdhej çêbûye. Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYA’yê diyar kir ku navenda erdhejê 106 kîlometre li başûrrojavayê herêma Sangayê çêbûye. 
 
Hat zanîn ku erdheja pileya wê 7,1 bi qasî 620 kîlometreyî di bin erdê de çêbûye. Piştî erdhejê hişyariya tsunamî nehat kirin û xesar û ziyana can û mal jî nehat ragihandin.