Şandeya Iraqê dê êrişên dewleta tirk lêkolîn bike

  • cîhan
  • 08:59 11 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Ewlehiyê ya Netewî ya Iraqê, ji bo ku êrişên Tirkiyeyê bên lêkolînkirin, ferman da ku şandeyekê bişînin Herêma Kurdistanê. 
 
Berdevkê Konseya Ewlehiya Netewî yê Iraqê Sergeneral Yahya Resûl piştî civîna Konseya Ewlehiyê ya duh hate pêkanîn daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî ji bo ku rewşa ewlehiyê ya li Herêma Kurdistana Federe lêkolîn bike şandeyeke girêdayî Şewirmendiya Ewlehiya Netewî ya Iraqê peywîrdar kiriye. Yahya Resûl, diyar kir ku şandeya têkildar bi armanca helwesta Iraqê ya li dijî êrişan zelal bike hatiye peywîrdarkirin. 
 
Li gorî nûçeya Rojnewsê, Tirkiye bi hevkariya PDK’ê di 2 mehên dawî de bi hezaran leşker û wesayîtên zirxî 50 kîlometreyan ketin nav sînorê Herêma Kurdistana Federe.