Rahîb Joe Ryan: Fikrên Ocalan hêviyê didin

  • cîhan
  • 13:21 10 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rahîb Joe Ryan got ku fikrên Abdullah Ocalan hêviyê didin. Ryan, diyar kir ku dê di çarçoveya kampanyayê de ji Îmraliyê re qertê bişîne û got: “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.” 
 
Rahîb Joe Ryan ku zêdetirî 20 salan li Serpîskopostiya Westminsterê ya paytexta Ingilistanê Londonê kar kir, demekê nêz berê teqawid bû. Rahîb Joe Ryan bi armanca piştevaniya xwe ji pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” re, kartpostalek şand Girava Îmraliyê.
 
Ryan diyar kir ku fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji bo bidawîkirina şer û tundiyê, hêviyê dide mirovan û got ku ew jî dixwaze bibe parçeyeke vî fikrî. Ryan ku rahîbekî katolîlek e, dema li Serpîskopostiya Westminster’ê wezîfe dikir, Serokatiya Komîsyona Edalet û Aştiyê kir. Joe Ryan got, wezîfeya wî ya li wir aştî û edalet e û ragihand ku bi taybetî ji bo azadiya Efxanistanê wan gelek kampanya meşandin. 
 
‘OCALAN CARA EWIL DI 2009’AN DE BALA MIN KIŞAND’
 
Ryan gelê kurd baş nas dike û têkildarî pirsgirêka kurd, fikarên wî yên cidî hene. Ryan bilêv kir ku Abdullah Ocalan cara ewilî di sala 2009’an de bala wî kişand û ket ferqê ku Abdullah Ocalan li girtîgeheke giravê tê ragirtin û tecrîd li ser tê pêkanîn. Ryan, destnîşan kir ku ew bi pirsgirêka kurd re eleqeder dibe û ji bo vê yekê gelek caran serdana Tirkiyeyê kiriye. Ryan, wiha domand: “Weke Komîsyona Edalet û Aştiyê di serdanên me yên Tirkiyeyê de me xwest serdana girtîgeha Îmraliyê bikin. Helbet rêyeke vê nebû. Lê min derfet dît ku gelê kurd hîn baştir nas bikim. Min di statuya çavdêrvanekî navneteweyî de doza (doza KCK’ê) ku di sala 2010’an de 110 siyasetmedarên kurd têde dihatin darizandin, şopand. Helbet tiştên ku me dîtin, ne tiştên rewa bûn. Kesên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, dihatin girtin.”
 
‘RONAHIYEKE PÊŞENG E’ 
 
Ryan ragihand ku serdan û çavdêriyên wî yên li Tirkiye û Kurdistanê, ew bi fikar kiriye û bilêv kir ku bi salan hewl daye piştevaniya xwe ya bi gelê kurd re nîşan bide. Ryan, diyar kir ku pêngava ku 10’ê Cotmeha 2023’yan ji bo Abdullah Ocalan hatî destpêkirin girîng e û bi bîr xist ku di encama kampanyaya sala 2012’an de hatî destpêkirin, zêdeyî 10 milyon îmze hatin berhevkirin û şandeyekê ev îmze li Strasbourg’ê radestî Konseya Ewropayê kirin. Ryan, got ku ew jî di nav wê şandeyê bû û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji civaka kurd re ronahiyek pêşeng e.
 
’FIKRÊN OCALAN HÊVIYÊ DIDIN MIROVAN’
 
Bi domdarî rahîb Ryan ev tişt anî ziman: “Tişta ku ez her tim dibêjim ev e ku Abdullah Ocalan Nelson Mandelayê civaka kurd e. Weke kesekî ku dîroka Nelson Mandela dizane, pêwîst nake ez êdî şîrove bikim. Ji berê û heta niha ez dixwazim peyameke xurt bidim, her tiştê ku tevkariyê li azadiya Abdullah Ocalan bike, bînim ziman û bibim parçeyekî vê yekê. Tevî ku navbera Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê de 40 milyon kurd hene, xak û herêmeke ayîdê civaka kurd nîne û helbet ji aliyê kurdên li hemû cîhanê li dîasporayê ve jî ev wisa ye. Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê analîstek e, ji xeynî vê fikrên wî yên ji bo bidawîkirina şer û tundiyê îlhamê didin mirov. Min ev fikir tim entelektuel dîtine. Lê îlhama ku ji girtîgeha Îmraliyê dayî, bê hempa bû û hewl da ku fêm bike ev pêvajo hemû ne têkildarî netewê ye, têkildarî mirovan e û dîsa hewl da ku fêm bike mirov xwedî azadiya xwe ne, xwedî ziman û dîroka xwe ne û ew ji van hemûyan re rêz nîşan dide. Helbet tişta ku li Tirkiyeyê diqewime, ne ev e. Lewma ez jî dixwazim bibim parçeyekê her tiştê ku îlhamê bide gotinên Abdullah Ocalan. Ez fikrên wî weke çavkaniyeke îlhamê ya mezin dibînim.”
 
BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDÊ DA 
 
Ryan bertek nîşanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan da û axaftina xwe wiha qedand: “Ev tişteke dermirovî ye û ev yek tê wateya binpêkirina hemû qanûnên peymanên navneteweyî. Mirovek evqasî tê îzolekirin. Ji ber vê yekê ez pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ gelekî girîng dibînim û ji bo piştgirî dayîna vê pêngavê û bûyîna parçeyekî wê, tişta ji destê min were ez ê bikim. Ez ê karpostalekê bişînim Girava Îmraliyê. Ku ev karpostal nîşan dide ez jî tev li perspektîfên wî yên ji bo aştiyê dibim û parçeyekî van perspektîfa me.”