Ecevît Pîroglû hat berdan

  • cîhan
  • 20:57 9 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ecevît Pîroglû ku 3 sal in bi daxwaza radestkirina Tirkiyeyê di zindanê de dihat girtin, bi şertê ku ji Sirbistanê dernekeve hat berdan.
 
Penaberê siyasî Ecevît Pîroglû ku di Hezîrana 2021’ê de li Sirbistanê hat girtin û Tirkiye daxwaza radestkirina wî dike, hat berdan. Hat hînbûn ku Pîroglû bi şertê ku ji Sirbistanê dernekeve hatiye berdan.
 
Berdevkê Platforma Dengê Girtiyan (TSP) Bakî Gul ji bo Pîroglû got: “Beriya nexweşxaneyê birin kampê, pişre birin qereqolê. Niha jî azad bû.”
 
Pîroglû ku biryara berdana wî hatibû dayîn, lê ji aliyê polîsên Sirbîstanê ve hate binçavkirin û birin kampa ku koçber/penaber lê tê girtin, ji bo azadiya xwe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Pîroglû ku ketibû bin 45 kîloyan û rewşa tendurîstiya ve nebaştir dibû, di 26’ê Hezîranê de li ser banga Partiya Komunaran a Şoreşger /Hêzên Yekbûyî yên Azadiyê (DKP/BOG) di roja 136’an de çalakiya xwe bi dawî kiribû.