Hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kir, 4 kolber birîndar kirin

  • cîhan
  • 13:39 8 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa leşkerên Îranê de kolberekê jiyana xwe ji dest da û 4 kolber birîndar bûn. 
 
Hate diyarkirin ku, îro di encama êrişa hêzên çekdar ên rejîma Îranê de kolberek xelkê Selasî Bawecan ya li sînorê Newsud jiyana xwe ji dest daye û 4 kolber jî birîndar bûne.
 
Li gorî nûçeyên di medyaya rojhilatê Kurdistanê de cih digirin di danê sibehê de hêzên çekdar ên rejîma Îranê, li sînorê Newsude ya Kirmanşanê êrişî komeke kolberan kirin. Hate diyarkirin ku di encama êrişê de kolberek xelkê Selasî Bawecan yê bi navê Eyub Mihemed hate kuştin û 4 kolber jî birîndar bûn.
 
Her wiha hate destnîşankirin ku 4 kolberên ku birîndarbûne li Nexweşxaneya Qudis ya bajarê Pawe têne dermankirin, lê nasnameya wan nehate diyarkirin.
 
Hêjayî gotinêye ku li gorî bîlançoya herî dawî ya Kolbernews’ê ragihandî di 6 mehên destpêkê yên îsal de 270 kolber li deverên cuda yên sînorên rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin ku ji van 20 kes dibin temenê 18 salî de bûn.