Di bagera li Çînê de 5 kes mirin

  • cîhan
  • 12:47 7 Tîrmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çînê ji ber bagerê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 88 kes jî birîndar bûn. 

 
Li bajarê Heze yê Eyaleta Şandongê ya Çînê bager rabû. Ji ber bagerê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 88 kes jî birîndar bûn. Hat zanîn ku di bagerê de zirar gihişt zêdetirî 2 hezar malan û 60 hezar hektarên erdê çandiniyê. Li bajar xisar gihişt gelek rê, xetên avê û ceyranê.