Li Îranê di hilbijartinê de reformîst Pezeşkiyan bi ser ket

  • cîhan
  • 08:40 6 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê endamên tekane yê reformîst Mesud Pezeşkiyan, di tura duyem a hilbijartinê ji sedî 53,7’ê dengan girt û bû  9’emîn Serokkomarê Îranê. 
 
Li Îranê endamên tekane yê reformîst Parlamenter û Wezîrê Tenduristiyê yê berê Mesud Pezeşkiyan, di tura duyem a hilbijartina serdema 14’emîn de ji sedî 53,7’ê dengan stend û bû  9’emîn Serokkomarê Îranê. Berdevkê Wezareta Karên Hundir Muhsîn Îslâmî di navenda hilbijartinê ya li avahiyê wezaretê de daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û anî ziman ku di tura duyem a hilbijartinê de karûrbarên jimartina dengan temam bûye. 
 
Îslamî da zanîn ku di tevahiya welat de 59 sindoq hatine danîn, 30 milyon hilbijêr deng bikar anîne, Pezeşkiyan jî 16 mîlyon 384 hezar û 403 deng stendiye. Li gorî van daneyan rêjeya dengan a Pezeşkiyan bû ji sedî 53,7. Bawermend Îslamî Saîd Celîlî jî 13 mîlyon, 538 hezar û 179 den girtin. Li gorî van daneyan jî rêjeya dengan a Celîlî bû ji sedî 44,4. 
 
Tevlîbûna tura duyem a hilbijartina serokkomariyê jî bû ji sedî 49,8.