Di hilbijartinên Ingilistanê de Partiya Karkeran bi ser ket

  • cîhan
  • 09:04 5 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî anketên ewil ên sindoqan, di pêşhilbijartinên Ingilistanê de Partiya Karkeran 410 parlamenter derxist û bû partiya yekemîn. 
 
Di pêşhilbijartinên li Ingilistanê de dengdayîn bi dawî bû û anketên ewil ên sindoqan hatin parvekirin. Li gorî anketên hevpar ên televîzyonên BBC, ITV û Skyê; Partiya Karkeran bi ser ket û ferqeke mezin avêt Partiya Muhafazakar a li îktîdarê. Li Parlamentoyê 650 parlamenter hene û Partiya Karkeran 410 parlamenter bi det xist. Bi vê yekê re Partiya Karkeran serkeftineke mîna ya Tony Blaîr a di sala 1997’an de bi dest xist. Tê payîn ku piştî 14 salan careke din bibe îktîdar. 
 
Partiya UK Reform ku rastgirên tundrew in 13, Partiya Lîberal Demokrat 61, Partiya Neteweyî ya Skoçyayê 10 û Partiya Keskan jî 2 kursî bi dest xist. 
 
Partiya Muhafazakar jî tenê 131 parlamenter bi dest xist. Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê cara ewil e ev partî hejmareke ewqas kêm bi dest xist.