Li Îranê tûra hilbijartinê ya duyemîn dest pê kir

  • cîhan
  • 08:56 5 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê di tûra duyemîn a ku bi armanca diyarkirina Serokkomar tê kirin de dengdayînê dest pê kir. 
 
Li Îranê ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê dengdayînê dest pê kir. Piştî ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di qezaya helîkopterê de miribû, ji bo hilbijartina serokkomarê nû, hilbijartin hate lidarxistin. Ji ber tu namzetan di tura ewil de ji sedî 50 deng nestandin, her du namzetên dengên zêde stendin ji tûra duyemîn re man. 
 
Namzetê reformist parlamenterê Tebrîzê û Wezîrê Tenduristiyê yê berê Mesûd Pezeşkiyan û namzetê muhafazakâr Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî Saîd Celîlî ji bo 14’emîn Serokkomariya welat ketine pêşbirkê. 
 
Wezîrê Karên Hundir Ahmed Vahîdî, di civîna ku li Tehranê li dar xist de ragihand ku dengdayînê dest pê kiriye. Rêberê Olî yê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney, dengê xwe di sindoqa li Îmam Humeynî Huseyniyesî ya li Tehranê de bi kar anî. Li gorî daneyên Navenda Hilbijartinê ya Wezareta Karên Hundir li welatê ku 88 milyon nifûsa wê heye dê 62 milyon hilbijêr zêdetirî 59 hezar navendan bikarin dengê xwe bikarbînin. Her wiha li navendên hilbijartinê yên li 95 welatan hatine avakirin hemwelatiyên Îranê dikarin deng bikarbînin. 
 
Dengdayîn ku saet di 08.00’an de dest pê kir dê saet di 18.00’an de bi dawî bibe. Lê heke pêdivî pê hebe bi biryara Navenda Hilbijartinê ya girêdayî Wezareta Karên Hundir dê bikare were dirêjkirin. Têkildarî encamên hilbijartinê tê payîn ku daneyên ewil nîvê şevê bên weşandin û encamên teqez jî sibê di saetên serê sibê de bên aşkerekirin. Li Îranê Serokkomar dikare 4 salan xizmetê dike û dikare herî zêde du caran li ser hev bê hilbijartin. 
 
Di tura ewil de tevlibûn bûbû ji sedî 40 û ev jî rêjeya herî kêm a di dîroka welat de bû. Pezeşkiyan ji sedî 42,5 deng wergirtin û Celîlî jî ji sedî 38,6 deng wergirtin.