Almanyayê bangî sefîrê Tirkiyeyê kir

  • cîhan
  • 15:38 4 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Lîstikvan Merîh Demîral di maça Turkiye-Awûstûryayê  de îşareta “bozkurtê” kiribû. Almanyayê ji ber vê îşaretê bang li sefîrê Tirkiyeyê kir û xwest bê wezareta karên derve. 
 
Lîstikvanê Tirkiyeyê Merîh Demîral di maça Tirkiye-Awûstûryayê de piştî gola avêtî îşareta “bozkurtê” kiribû û vê îşaretê di navbera Enqere-Berlînê de rê li ber rageşiya dîplomatîk vekir. Li ser vê yekê Tirkiyeyê bangî sefîrê Almanyayê yê li Enqereyê Jürgen Schulz kiribû û rexneya “dijminatiya li biyaniyan” kiribû. Îcar jî Almanyayê sefîrê Tirkiyeyê yê Berlînê Ahmet Başar Şen gazî Wezareta Karên Derve kir û nerazîbûna xwe nîşan da.