Li Îranê du namzetan xwe ji hilbijartinê vekişandin

  • cîhan
  • 14:25 27 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên serokkomariyê yên Îranê Alî Riza Zakanî û Emîr Huseyîn Kadizade xwe ji hilbijartinên ku dê sibê bên lidarxistin vekişandin. 
 
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di 19’ê gulanê di qezaya helîkopterê de mir. Li ser vê yekê rejîmê ji bo hilbijartina serokkokmarê biryara hilbijartinê da. Di vê çarçoveyê de xelkê Îranê sibe dê biçe ser sindoqê. Ji bo hilbijartinê çendek saet mabûn ku ji namzetan Şaredarê Tehranê Alî Riza Zakanî û Emîr Huseyîn Kadizade Haşîmî li ser medyaya dijîtal ragihandin ku ji bo namzetên muhafazkar xwe ji hilbijartinê vekişandine. 
 
ZAKANÎ
 
Ji namzetan Alî Riza Zakanî li ser hesaba xwe ya X’ê ragihand ku ji bo namzetê muhafazakar xwe ji namzetiyê vekişandiye. Zakanî, xwest ku Muhammed Bakir Kalîbaf û Saîd Celîlî jî namzetiya xwe paşve bikişînin û muhafazakar bi yek namzetî bikevin hilbijartinê. 
 
HAŞÎMÎ
 
Serokê “Weqfa Şehîd û Gaziyan” Emîr Huseyîn Kadizade Haşîmî jî li ser hesaba xwe ragihand ku ji bo namzetê muhafazakaran namzetiya xwe paşve kişandiye. 
 
4 NAMZET DÊ BIKEVIN PÊŞBIRKÊ
 
Di hilbijartina sibe de dê Mesûd Pezeşkiyan, Serokê Meclisê Muhammed Bakir Kalîbaf, Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî yê berê Saîd Celîlî û Wezîrê Karên Hundir ê berê Mûstafa Purmuhammedî dê bikevin pêşbirkê.