Jin: Em ê li djiî feraseta qirker têbikoşin

  • cîhan
  • 13:52 27 Hezîran 2024
  • |
img
EDENE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Şukran Efeturk destnîşan kir ku jin di bin tundiya zilam û dewletê de ne û di encama 3 rojan de 10 jin hatine qetilkirin û wiha got: “Em feraseta bi serdestiya mêr a dixwaze me bikişîne nava tarîtiyê û mejiyê ku vê yekê didomîne, red dikin.”
 
Di nava 3 rojan de Amed, Îzmîr û Edene di nav de li 8 bajaran di bûyerên tundiyê yên li dijî jinan de herî kêm 10 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Du jinan jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo balê bikişîne ser tundiya li ser jinê li Parka Înonuyê daxuyanî da çapemeniyê. 
 
‘EM DI BIN ÊRIŞÊ DE NE’ 
 
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Şukran Efeturk a di daxuyaniya gelek jin beşdarbûn de axivî, bal kişand ku di 3 rojan de 10 jin hatine qetilkirin. Efeturk, bi lêv kir ku weke jinan di bin nijadperestî, olperestî, malbatperestiyê de her roj tên kuştin û diyar kir ku di bin êrişan de ne. Efeturk, bi lêv kir ku dema jin dihatin qetilkirin hêzên ewlehiyê yên desthilatê ji bo “hîzbû-kontrayê” biparêzin hatin peywîrdarkirin. Em feraseta bi serdestiya mêr a dixwaze me bikişîne nava tarîtiyê û mejiyê ku vê yekê didomîne, red dikin.”
 
Efeturk anî ziman ku jin li dijî feraseta qirker dê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Tundiya zilam û dewletê li her derê me hedef bigire û bixwaze bi bikuje jî em jin li ku derê bin bila bibin em ê li dijî ferasete qirker têkoşîna xwe bidomînin.”