Li Pakistanê ji ber germê di 6 rojan de 568 kes mirin

  • cîhan
  • 11:36 27 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Pakistanê ji ber germê di nava 6 rojan de 568 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li başûrê Pakistanê hejmara welatiyên ji ber germahiyê jiyana xwe ji dest didin her ku diçe zêdetir dibe. Servîsa ambulansan a welêt ragihand ku rojane derdora 30-40 kesan dibin morga bajarê Karaçiyê. Lê belê di nava 6 rojên dawî de nêzî 568 mirî anîn morgê. Ji van kesan 141 jê tenê di roja sêşemê de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Berpirsyarê yekîneya beşa lezgîn Dr. Imran Sarwar Sheikh da zanîn ku di navbera 23’yê hezîranê û 26’ê hezîranê de 267 kesên germê lê dayî anîne Nexweşxaneya Sivîl a Karaçiyê û ji van 12’an jê jiyana xwe ji dest dane. Dr. Sheikh ji BBC’yê re axivî û wiha got: “Kesên tînin nexweşxaneyê piraniya wan 60-70 salî ne. Lê belê cotkarên temenê wan 45 heta 25 jî hene.  Piraniya kesên tînin ew in ên derve dixebitin. Me jê re got ku divê di vê germê de zêde avê vexwin û cilên tenik li xwe bikin.”