Hewldana darbeya Bolîvyayê têk çû: Bijî demokrasî

  • cîhan
  • 11:32 27 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hewldana darbeya Bolîvyayê têk çû. Serokê Dewleta Bolîvyayê Arce wiha got: “Bijî demokrasî, biqehirin darbe.”
 
Li Bolîvyayê leşker hewl dan ku rêveberiya welat desteser bikin. Piştî hewldana darbeya leşkerî ya bi ser neketiye Serokê Dewletê Luis Arce spasiyên xwe pêşkeşî gel kir. 
 
GEL XWEDÎ LI DEMOKRASIYÊ DERKET
 
Arce li dijî leşkerên bi hewldana darbeya leşkerî rabûne bang li gel kir ku xwedî li demokrasiyê derbikevin. Piştî ku gel bi daxuyaniya Arce daketine qadan û xwedî li demokrasiyê derketin. Arce piştî têkbirina helwdana wiha axivî: “Tişta dikin di hêla navneteweyî de zirar dayîna welat e. Îro civaka navneteweyî û gelê Bolîvyayê bû şahidê hewldana darbeyê. Em bi koma xwe û wezîrên xwe ve li dijî darbeyan têdikoşin. Demokrasiya ku me bi dest xistiye dê tu kes nikare ji me bistîne. Gelê Bolîvyayê banga me ya demokrasiyê bêbersiv nehişt û bi hev re li dijî vê yekê sekinî. Em nikarin destûrê bidin darbeyan. Bijî demokrasî, biqehirin darbe.”
 
FERMANDARÊ DARBEKAR HATE BINÇAVKIRIN
 
Serokê Dewleta Bolîvyayê Arce duh li pey hewldana darbeyê diyar kir hin yekineyên leşkerî yên li welat bi awayekî bêyî usil ketine liv û tevgerê û ji artêşê xwest ku li hember demokrasiyê rêzdar bin. Fermandarê Berê Jose Zuniga xwestibû bi darê zorê bikeve qesra hikûmetê. Arce bi Zeniga re rûbirû axivî û xwest yekineyên leşkerî demildest qesrê biterikînin. 
 
Leşker duh bi xaza îsotê û ava şid mudaxile li welatiyên bertek nîşanî leşkeran dabûn kiribûn. Arce piştre bang li gel kiribû ku aram be û wiha gotibû: “Serokê dewletê û wezîr ser karên xwe ne û ez bang li gel dikim ku xwedî li demokrasiyê derkevin. Divê leşker demildest vekişin û vegerin ser peywirên xwe. Ez dixwazin li hember demokrasiyê û destûra bingehîn rêzdar bibin.”  
 
Bi banga Arce hezaran kes daketin qadan û darbeya leşkerî şermezar kirin. Fermandarê nû yê tayînî artêşê hatiye kirin Wilson Sanchez ferman da û leşkerên bi hewldana darbeyê rabûbûn, vegeriyan yekineyên xwe. Fermandarê berê yê leşkerî Jose Zuniga ê bi hewldana darbeyê rabûye, bi daxwaza serdozgeriyê re hate binçavkirin.