Artêşa Îsraîlê bi ser Cenînê de girt

  • cîhan
  • 16:51 13 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê bi ser bajarê Cenîn ê li bakurê Bati Şerîayê de girt. 
 
Artêşa Îsraîlê bi ser bajarê Cenîn ê li bakurê Bati Şerîayê de girt û Wargeha Penaberan a Cenînê dorpêç kir. Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku artêşa Îsraîlê wargeha Cenînê weke “Herêma leşkerî ya girtî” îlan kiriye. 
 
Li gorî nûçeya WAFA’yê artêşa Îsraîlê ya bi ser bajarê Cenînê de girt li mal û kargehan lêgerînê dike. 
 
Şêwirmendê nexweşxaneya Cenînê Mistefa Hemarşe ku ji WAFA’yê axivî, wiha got: “Îsraîlê wargeh dorpêç kir, ketin girtin û destûrê nade ku kes biçe nexweşxaneyê û kes ji wir derkeve. Her wiha liv û tevgera ambûlansan jî asteng kir.”