Di dîroka Meksîkayê de cara ewil jinek bû seroka welêt

  • cîhan
  • 11:37 3 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartinên serokatiyê ya Meksîkayê de Claudia Sheinbaum bi ser ket û di dîroka welêt de bû yekemîn seroka jin. 
 
Li gorî encamên fermî yên ji hêla Enstîtûya Hilbijatina Neteweyî ya Meksîkayê (INE) ve hatine eşkerekirin;  namzeta Partiya Morenayê ku îktîdar e, Claudia Sheinbaum di hilbijartinên serokatiya dewletê ya Meksîkayê yên di roja yekşemê hatin lidarxistin de bi ferqekî mezin bi ser ket. Seroka INE’yê Guadalupe Taddei ragihand ku şaredara Mexico Cityê ya berê Claudia Sheinbaum ji sedî 58-60’ê dengan bi dest xist û bi ser ket. 
 
Reqîbê Sheinbaum senator Xochitl Galvez jî di navbera ji sedî 26 û 28’ê dengan stand. 
 
DI DÎROKA MEKSÎKAYÊ DE CARA EWIL E JINEK DIBE SEROKA WELÊT 
 
Şaredara Mexico Cityê zanyar Claudia Sheinbaum a 61 salî, dê peywira xwe heta sala 2030’an bidomîne. Dê di 1’ê cotmehê de peywirê ji Andres Manuel Lopez Obrador dewr bigire. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2023’yan de rojane herî kêm 10 jin li Meksîkayê tên qetilkirin û Sheinbaum di dîroka Meksîkayê de yekem seroka jin e.