Yek ji dayikên Plaza de Mayoyê Nora Morales de Cortiñas jiyana xwe ji dest da

  • cîhan
  • 11:41 31 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji Dayikên Plaza de Mayoyê ku ji bo zarokên xwe yên hatine windakirin li Arjantînê çalakiyê dikin, Nora Morales de Cortiñas jiyana xwe ji dest da. 
 
Yek ji damezrînerên Dayikên Plaza de Mayo (Dayikên Qada Gulanê) ku li Arjantîna yek ji welatên Amerîkaya Başûr ji bo zarokên xwe yên di dema dîktatoriya leşkerî de di bin çavan de hatin windakirin têdikoşin Nora Morales de Cortîñas, jiyana xwe ji dest da. 
 
Hate diyarkirin ku Nora Morales de Cortîñas ku tevî temenê xwe yê pêşketî û nexweşiyên xwe tev li meşa heftane ya li Bûenos Aîresê bû, di demên dawî de emeliyat bûye û rewşa wê ne baş bûye. Cortiñas di servîsa lênêrîna awarte ya nexweşxaneya lê dihate dermankirin duh jiyana xwe ji dest da. 
 
DAYIKÊN ŞEMIYÊ PEYAMEK WEŞAND
 
Dayikên Şemiyê jî li ser hesaba xwe ya X’yê ragihand ku Cortiñas jiyana xwe ji dest daye û xemginiya xwe parve kir. 
 
Parvekirina Dayikên Şemiyê wiha ye: “Me dayika xwe ya Nora winda kir, em gelekî xemgîn in. Yek ji damezrînera Dayikên Plaza de Mayo Nora Morales de Cortiñas di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. 
Nora ne tenê li kurê xwe Gustavo yê ku di sala 1977’an de li bajarê Castelar ê Buenos Aîres ê piştî hat binçavkirin hat windakirin geriya, di heman demê de li çar aliyên cîhanê bi xizmên windayan re kete nav piştevaniyê û piştevaniya xwe kir parçeyek ji têkoşîna xwe. Gelek caran çû serdana Dayikên Şemiyê û li Galatasarayê bi wan re rûnişt.
 
Oxir be Nora ya hêja ku bi wêrekî û biryardariya xwe ji me re bû îlham… Em ê te ligel Dayikên Şemiyê yên ku jiyana xwe ji dest dane di têkoşîna xwe ya Bîr, Heqîqet û Edaletê de zindî bihêlin.
 
NORA MORALES DE CORTİÑA KÎ YE?
 
Nora Morales de Cortiñas, di 22’yê Adara 1930’yan de ji dayik bû. Nora ya dayika du zarokan bû, demekî dirêj li Fakulteya Îktîsadê ya Zanîngeha Buenos Airesê ders dan. Cortiñas piştî ku di 15’ê nîsana 1977’an de lawê wê Gustavo li Castelarê hate windakirin dest bi têkoşînê kir. 
 
Cortiñas, a bi hestiyariya xwe ya li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên gelemperiya cîhanê tê nasîn, gelek caran serdana Dayikên Şemiyê kir, bi wan re li Qada Galatasarayê rûnişt. Cortiñas, serdana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketibû grevê kiribû.