Li Kenyayê karesata lehiyê: 52 kes winda ne

  • cîhan
  • 08:22 30 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di karesatên lehiyê yên li Kenyayê de 52 welatî winda bûn. 
 
Ji ber barîna baranên zêde yên li bajarê Mai Mahiu yê Kenyayê, lehî rabûn û 52 kes winda bûn. Li gorî daxuyaniyên rayedarên Kenyayê, di lehiya dawî ya li Mai Mahiuyê de 52 kes winda bûne û xebatên 200 kampan ên ji bo kesên ji lehiyê bibandor bûn hatine avakirin jî didomin. 
 
Berdevkê hikûmetê Isaac Mwaura anî ziman ku di lehiyên 14’ê gulanê de li welêt 277 kesan jiyana xwe ji dest dane, 411 hezar kes jê bandor bûne û 56 hezar malbat jî neçar mane ku malên xwe biterikînin.