Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169

  • cîhan
  • 10:22 29 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di karesata lehiyê ya li Brezîlyayê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 169 kesan. 
 
Li eyaleta Rio Grande do Sulê ya Brezîlyayê ev sê hefteye bênavber baran dibarin û baran rêli ber lehiyan vekir. Ji ber lehiyan zêdetirî 2 milyon û 100 hezar kes bibandor bûn û 620 hezar kes ji cih û warên xwe bûn. 
 
Rayedarên eyaletê ragihandin ku hejmara kesên di lehiyan de jiyana xwe ji dest dayîn derket 169’an. 56 kes jî winda ne. 
 
469 BAJAROK JI LEHIYAN BIBANDIR BÛN
 
Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li 469 bajarokên ji lehiyê bibandor bûyîn didomin. Hêj niha jî 42 otorê, pir û cade di bin avê de ne û pispor dibêjin ku ji bo rewşa asayî dem pêwîst e.