Di êrişên Îsraîlê de 40 filistînî hatin qetilkirin

  • cîhan
  • 09:08 27 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê kampa filistîniyan bombebaran kir û di êrişê de 40 kes hatin qetilkirin. 
 
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê ji 7’ê cotmeha 2023’yan ve didomin. Di encama bombebarana li dijî kampa konan a li bajarê Refahê yê li ser Şirîda Xezeyê de herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Filistînê WAFA’yê; balafirên Îsraîlê konên filistîniyan ên li nêzî herêma depoyên UNRWA ya NY’yê bombebaran kirin. Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ragihand ku di encama bombebaranê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn û xebatên wan ên ji bo windayan didomin. 
 
35 HEZAR Û 643 KES HATIN QETILKIRIN
 
Di encama êrişên artêşa Îsraîlê yên di 7’ê Cotmehê heta niha yên li dijî Şirîda Xezeyê de herî kêm 15 hezar û 239 jê zarok û 10 hezar û 93 jê jin bi giştî 35 hezar û 984 filistînî hatin qetilkirin û 80 hezar û 643 kes jî birîndar bûn.