Rûsyayê çolterên Laziqiye û Idlibê bombebaran kir

  • cîhan
  • 15:05 23 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Rûsyayê çolterê bajarên Idlib û Laziqiyeyê bomberan kirin. 
 
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyaniyek parve kir û da zanîn ku piştî bêdengiya du mehan, balafirên şer ên Rûsyayê gelek gund û bajarokên “Herêma ji çekan hatiye safîkirin” bombebaran kiriye. SOHR’ê destnîşan kir ku Rûsyayê eniya Kebaneyê ya herêma Cebel El Ekrad û gundên Şenan, Ihsîm, Riwêha û Merbelîtê yên herêma Cebel El Zayiye ya li başûrê Idlibê bombebaran kiriye.