Ji Zelandaya Nû ji bo Dayikên Şemiyê ji Erdogan re name şandin

  • cîhan
  • 13:26 23 Gulan 2024
  • |
img

ENQERE - 39 parlementerên Zelandaya Nû ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê ya 25’ê gulanê ji Erdogan re name şandin.  

Parlamenterê Partiya Karkeran ê Te Atatuya Zelandaya Nû, Berdevkê Koç, Bêçekkirin û Kontrola Çekan û Cîgirê Karûberên Derve  Hon Phil Twyford di nameya ser hesaba xwe ya medya dîjîtal de ji bo Dayikên Şemiyê ji Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re nameya şand. Twyford xwest ji bo çalakiya hefteya 1000’an a Dayikên Şemiyê destûr were dayîn. Twyford destnîşan kir ku di nameya wan şandiye de îmzeya 39 parlamenteran heye. 
 
‘DI MIJARA MAFÊN MIROVAN DE DENÊN GIRÎNG IN’
 
Daxuyaniya Twyford wiha ye: “39 Parlamenterên Zelandaya Nû ji Serokkomarê Tirkiyeyê xwestin ku hikûmeta wî ji Biryarên Dadgeha Bingehîn ên ji bo Dayikên Şemiyê dane rêzdar bibe. Dayikên Şemiyê li dijî windakirinên bi darê zorê ev 29 salên dawî ne dengê xwe bilind dikin. Dayikên Şemiyê di mijara mafên mirovan de dengên girîng in. Nameya me ya ku me ji Erdogan re nivîsandiye xwest di çarçoveya azadiya civîn û xweîfadekirinê de, Mitînga Dayikên Şemiya ya 25’ê gulanê ya li Qada Galatasarayê re tê lidarxistin bêyî ku rastî tacîza polîsan were, ji li dar xistinê re  destûr were dayîn.”