Li Katalonyayê Partiya Sosyalîst bû yekemîn

  • cîhan
  • 12:58 13 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartina parlamentoyê ya Herêma Xweser a Katalonyaya Îspanyayê de Partiya Sosyalîst bû yekemîn. Partiyên piştgiriya serxwebûnê dikirin di parlamentoyê de piraniyê winda kirin. 
 
Di Herêma Xweser a Katalonyaya Îspanyayê de hilbijartin hatin kirin. Di hilbijartinê de di serokatiya Wezîrê Tenduristiyê yê Berê Salvador Illa de Partiya Sosyalîst a Katalan bû yekemîn. Partî di hilbijartinê de ji 135 kursiyên parlamentoyê 42’yê wan bi dest xist. Salvador Illa piştî hilbijartinê nirxandina “Li Katalonyayê serdemekî nû dest pê dike” kir lê belê ev hejmar bi tena serê xwe têrî avakirina  hikûmetê nake. Ji bo Partiya Sosyalîst karibe hikûmetê ava bike divê xwe bigihîne 68 kursiyan û ji bo vê yekê jî hewce ye ku bi ERC û partiyên din ên çepgir re koalîsyonê ava bike. 
 
PARTIYA ALÎGIRÊ SERXWEBÛNÊ BÛ DUYEMÎN
 
Partiya ji bo Kataonyayê bi Hev re (JxCat) jî di hilbijartinê de bû partiya dûyemîn û 35 kursî bi dest xist. Li gel vê yekê partiyên aligiriya serxwebûnê dikirin di parlamentoyê de piraniyê winda kirin. 
 
BANDORA POLÎTÎKAYÊN ASAYÎBÛNÊ  
 
Serokê Partiya Sosyalîst ê Îspanyayê Pedro Sanchez,têkildarî hilbijartinên Katalonyayê anî ziman ku polîtîkayên asayîbûnê di hilbijartinê de bi bandor bûne. 
 
Di referandûma sala 2017’an a serxwebûnê ya gel de hatibû daxuyandin ku ji 2,3 milyon hilbijêran sedî 90’ê wan piştgiriyê dabûn serxwebûnê.